Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Firoka Bêmirov ya Amerîkî Vedigerîne


Keştîyeke Amerîkî li Behra Başûrê Çînê
Keştîyeke Amerîkî li Behra Başûrê Çînê

Çîn îro Sêşemê firokeke bêmirov (dron) ya binavê vegerand Amerîka ku hefteya borî li nav avên navnetewî ya Behra Başûrê Çînê dest danîbû ser.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook got ku vegerandina drone li heman cîhê ku Çînê dest danabû ser wê pêk hat.

"Kiryara Çînê li dijî qanûnên navnetewî bû û bûyereke ne profosyonel ya navbera du hêzên deryayî bû," Cook di daxuyanîyekê de got.

Wezareta Berwvanî ya Çînê jî ragihand ku piştî şêwirînên dostane yên navbera du alîyan, dron ji Amerîka re hate vegerandin.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Hua Chunying dû re got ku Amerîka di avên perava Çînê de çavdêrîyan dike û ew bi tundî dijberîya wê yekê dikin.

XS
SM
MD
LG