Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Firokeke Wê ya bi 132 Rêwî Ketiye


China Plane Crash
China Plane Crash

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku firokeke China Eastern Airlines li herêma Guangshi ketiye.

Sazîya Esmên ya Çînê (CAA) dîyar kir ku di firokê de 123 rêwî û 9 xebatkar hene.

Hîn nayê zanîn ku sedema ketina firokê çi ye û çend kes mirine.

Li herêma firok ketî şewatek jî çêbûye.

Malperên firokan dişopînin didin zanîn ku firok bi qasî saetekê li esmên maye û nêzîkî daketinê bûye.

XS
SM
MD
LG