Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Civîna bi Japonya re Betal Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku civîna wezîrên derve yên Çînê û Japonya, ku li Kamboçya ne, hatiye betal kirin.

Wezîrên derve yên Çîn û Japonya dê di navbera rûniştinên ASEAN’ê de civînek li dar xistana.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Çînê, civîn jiber girjîya Taywanê betal bûye.

Wezareta Derve ya Çînê da zanîn ku ew bi ti awayî ji daxuyanîya hevbeş ya G7 ya Taywanê ne razî ne.

Wezîrên derve yên G7, ku wezîrê Japonya jî di nav de ye, do Çarşemê Bang li Çînê kiribû girjîya li dora Taywanê bi awayekî aştîyane çareser bike.

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi vê hefteyê serdana Taywanê kiribû û Çînê ser vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Taywan dide zanîn ku ew serbixwe ye, lê Çîn wir wek parçeyeke axa xwe dibîne.

XS
SM
MD
LG