Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Hejmara Kuştîyên Vîrusa Korona 100 Derbaz Kir


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 100 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên karbidestên Çînê jiber vîrusa korona 106 kesan jîyana xwe ji dest dane û ew vîrus ketiye canê 4515 kesî.

Piranîya eyaleta Hubei û paytexta wê eyaletê Wuhan hatine dorpêçkirin û li wan deran tedbîrên berfireh hatine wergirtin.

Berpirsên saxlemîyê didin zanîn ku li derveyî Çînê jî pirtirê 40 kes bi nexweşîya vîrusa korona ketine, lê ji wan hîn ti kes jîyana xwe ji dest nedaye.

Xêncî Çînê, heta niha li nexweşên li Amerîka, Japonya, Fransa, Kanada û Koreya Başûr vîrusa korona hatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG