Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn jiber Pêketinên Nû yên Korona Ketiye Fikaran


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku di 24 saetên dawî de 28 kes pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin.

Li gor daxuyanîya komîsyonê, ji wan pêketîyên nû 21 kes li Pekîn ya paytext in.

Ji 12’ê Hezîranê vir ve, li Pekîn ya paytext 158 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û wî welatî di meha Adarê de dijî wê vîrusê serketina xwe ragihandibû.

Karbidestên Çînê jiber pêketîn dawî yên li Pekînê dibêjin rewiş ‘’pir cidî ye’’

Hikûmeta Çînê, dibistanê li Pekînê girtine û li wi bajarî karên aborî jî hatine rawestandin.

XS
SM
MD
LG