Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rojavayî li Çînê, Moskowê Rexne Dikin


Karbidestên welatên Rojavayî yên li Çînê îro Duşemê Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna rexne kir.

Ew karbidest di Foruma Aştîya Cîhanê ya Zanîngeha Tsinghua ya Çînê de kom bûn ku li wî welatî kêm caran çalakîyên wisa li dar dikevin.

Balyozê Amerîka yê li Çînê Nicholas Burns got ku Rûsya bi dagirkirina Ukrayna dijî aştîya cîhanê gefên mezin çêdike.

Burns dîyar kir ku divê karbidestên Çînê dubarekirina propagandayên berdin û NATO tawanbar nekin.

Wî got ku ew hêvî dike ku karbidestên Çînê dev ji derewan berdin ku qaşo li Amerîka navenda çekên bîyolojîk hene.

Di forumê de karbidestên Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çînê li kêlekên Burns rûniştin.

Rûsya ser êrîşên xwe yên li Ukrayna dibêje ku ew operasyoneke taybet e û dijî faşîzmê ye, lê Kîev û welatên Rojava îdîayên ser faşîzmê red dikin.

Kabidestên din yên Rojavayî jî Rûsya bi gurkirina şer û girjîyê tawanbar kirin, lê Balyozê Rûs Andrey Denisov dijî wan axifî.

Rûsya îdia dike ku li Ukrayna parçeyên çekên bîyolojîk têne çêkirin, lê Kîev û welatên Rojava wan îdiayan red dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku haya wê ji bernameya çekên bîyolojîk yên Ukrayna tuneye.

XS
SM
MD
LG