Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Sînorên Xwe li Welatîyên 8 Dewletan Digire


Çînê jiber metirsîya vîrusa korona sînorên xwe ji 8 dewletan re girtin.

Li gor qedexeya Çînê, ji Ewrupa hemwelatîyên Brîtanya, Îtalya, Fransa, Belçîka û Rûsya heta fermaneke nû dê nikaribin derbazî wî welatî bibin.

Sînorên Çînê bi awayekî demkî dê bo Fîlîpîn, Hîndistan û Bangladeşê jî ne vekirî bin.

Li gor Komîsyona Saxlemîyê ya Neteweyî ya Çînê di 24 saetên dawî de li welêt 36 kes bi vîrusa korona ketine ku 30 ji wan bi derveyî welêt re peywendîdar in.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 91,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 4741 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG