Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Hîndarîyên li Dora Taywanê Didomîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku Çîn hîndarîyên leşkerî yên li dora Taywanê didomîne.

Reutersê dîyar kir ku hîndarîyên dawî li dora giravên Penghu çêbûne.

Karbidestên leşkerî yên Çînê dîmenên giravên Penghu yên ji firokan hatine girtin weşandin.

Wezareta Berevanî ya Taywanê jî bi daxuyanîyekê ragihand ku Çîn hîndarîyên li dora axa wê didomîne.

Li gor daxuyanîya wezaretê, 15 firokên Çînê axa wê derbaz kirine.

Çîn dide zanîn ku Taywan axa wê ye û di bin kontrola wê de ye, lê Taywan dide ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e.

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi di rojên borî de serdana Taywanê kiribû ku ji wê çaxê vir ve girjîya li herêmê gurtir bûye.

Pelosi di serdana Taywanê de gotibû ku ewê hevkarîya bi wî welatî re xurt bikin ê wî bi tenê nehêlin.

Berpirsên Taywanî dibêjin Çîn bo hîndarîyan li hincetan digere û serdana Pelosi jî bo wan hîndarîyan wek sedem nîşan dide.

XS
SM
MD
LG