Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Çîn û Ukrayna Axifîn


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi û hemtayê wî yê Ukraynî Dmytro Kuleba bi rêka telefonê axifîne.

Reutersê ji zarê Pekînê ragihand ku axaftin li ser daxwaza Kîevê çêbûye.

Kuleba herî dawî di 1’ê Adarê de bi karbidestên Çînê re axifîbû û ji wî welatî xwestibû ku bi peywendîyên xwe dagirkerîya Rûsya rawestîne.

Wezareta Derve ya Çînê dîyar kir ku Wang gotiye şer dawîya dawî diqedin û daye zanîn ku divê ew ser mekanîzmaya domdar ya ewlekarîya Ewrupa bifikirin.

Wang daye zanîn ku Çîn bo rola xwe ya avakar hazir e.

Kuleba jî ji Twitterê spasîya hemtayê xwe yê Çînî kir û dîyar kir ku ew her du jî dibêjin ku rawestandina şerê li Ukrayna bo berjewendîyên hevbeş yên aştî û bazirganîya navneteweyî girîng e.

Çîn, ku di salên dawî de peywendîyên xwe yên bi Rûsya re xurt kirine, heta niha jî kiryarên Moskowê yên li Ukrayna şermezar nekirine û wek dagirkirin bi nav nekiriye.

Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû ku ew wê wek operasyoneke taybet dibîne.

XS
SM
MD
LG