Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Du Vaksînên Din yên Vîrusa Korona Dipejirîne


Karbidestên Çînê du vaksînên din yên vîrusa korona pejirandin.

Bi vî awayî li Çînê hejmara vaksînên vîrusa korona yên li nav welêt hatine çêkirin û hatine pejirandin bû 4.

Her du vaksînên dawî ji alîyê CanSino Biologics û Sinopharm ya bi piştgirîya dewletê ve hatin çêkirin.

Çînê di serê Sibatê de vaksîna Sinovac Biotech û par jî vaksîneke din ya Sinopharmê çêkiribû pejirandibû.

Berpirsên Çînî heta niha ti vaksîna ku ji alîyê welatên rojavayî ve hatine çêkirin nepejirandine.

Li gor daxuyanîyên Wezareta Derve ya Çînê, ew welat vaksînan difiroşe 27 dewletan û bo 53 dewletên din jî belaş dişîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, vîrusa korona cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

XS
SM
MD
LG