Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku li Wuhan ya Hubei ya nexweşên vîrusa korona nemane.
Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.
Li gor agahîyên fermî, li Wuhanê 47,452 kes bi vîrusa korona ketibûn û ew hejmar 56 ji sedê temamê pêketîyên wê vîrûsê yên li Çînê ye.
Wê vîrusê li Wuhanê 3869 kes kuştine ku ew jî li Çînê 84 ji sedê mirinên jiber korona ye.