Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Avahîya Emnîyeta Çinarê Êrîşeke Bombeyî Hat Kirin


Do bi şev êrîşên çekdarî li ser qereqol û avahîyên leşkerî yên li navçeya Çinar a Amedê û Midyad a Mêrdînê hatin kirin. Di encama êrîşan de 5 kes hatin kuştin, 39 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyanîya Wilayeta Amedê, Çarşemê di saet 23:30’ê de li navçeya Çinarê, PKK bi otomobîlek bombebarkirî êrîşê ser avahîya emnîyeta Çinarê û lojmanê wê kir.

Di encama teqînê de lojmanên polîsan ruxîyan. Ji malbatên polîsan 2 kes mirin, 6 polîs û 8 malbatê polîsan 14 kes birîndar bûn.

Herwiha xanîyek li cem lojmanan jî di encama teqînê de ruxîya û ji wê malê 3 sîvîl mirin 5 kes jî birîndar bûn. Jiber hêzbûna peqînê di xanîyên derdorê de jî 20 kes birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye di heman deme de li ser Qreqola Cendermeyan yan Çinarê jî êrîşek çekdarî pêk hat û pevçûn çêbû. Herwiha li ser qereqola Botaşê ya Midyada Mêrdînê jî êrîşek çekdarî çêbû. Lê li vanqereqolan ti zîyanek pêk nehat.

Dîsa di heman saetê de li ser rêya navçeya Bismila Amedê jî dema ku panzêra leşkeran derbas dibû teqînek rû da. Lê nehat eşkere kirin bê ka mirî û birîndar hene ya na.

Piştî êrîşên li ser avahîyên polês û leşkeran, avahîya Partîya Herêmên Demokrat (DBP) û avahîya Kurdi-Derê ya Çinarê ji alîye hin kesan ve hatin şewitandin.

PKK derbarê êrîşan heta vê saetê ti daxuyanîyek ranegihand. Lê li herêmê operasonek berfireh hat destpê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî pêvajoya çareserîyê bi dawî hat, cara yekê ye ku PKK êrîşeke vî rengî pêk tîne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00

XS
SM
MD
LG