Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu Êrîşa Çekdar ya li Çinarê Şermezar Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu piştî êrîşa çekdarî ya li Çinar a Dîyarbekirê çend daxuyanî da û ew êrîş şermezar kir.

Davutoglu di heman daxuyanîyê de, jibo akademîsyenên ku banga aşitîyê kiribû ji mesaj dan.

“Rêya rewşenbîrîyê di rêgeza parastina demokrasîyê de derbas dibe. Ez careke din dipirsim, hun çima piştevanîya rêxistina terorê dikin ku ew rêxistin do li Çinarê bû sedema qetilkirina zarokên pênc mehî û 5 sîvîlan."

Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş jî li ser êrîşê peyîvî û êrîş wek kiryareke kambax ya terorê nav kir.

Wek tê zanîn piştî qedexe û operasyonan, PKK di pozisyona xweparastinê de bû. Lê piştî operasyonan, ji seroktîya rêvebirîya KCKê, Murat Karayilan di daxuyanîyekê de gotibû ku ew êrîşên li ser gel qebûl nakin û wê heyf û rola sîvîlan li erdê nehêlin.

Dîmenên Nevenda Polîsan li Çinarê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG