Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seydayê Xelatê: Kurd Bi Berxwedana Xwe Serketî Dibin


Civîna Meleyan
Civîna Meleyan

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Enqerê bi navê “Em Ji Bo Vicdan, Dad û Maf Têne Ba Hevdu” çêkir.

Rêberên ramanî û alîmên Îslamê beşdarî vê civînê bûn.

Di vê hevdîtinê de li ser çareserkirina mesala Kurd beştervanan dîtinê xwe anîn ziman. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî di axaftina xwe de li ser dada Tirkiyê sekinî û wiha got:

“Gelên ku li vê derê hezar sala dijîn, hêvîya wan ya herî mezin aşitî, wekhevî û dad e. Alimên Îslamê jî dema ola me pênase dikin dibêjin Îslam oleke dad û aşitîyê ye.”

Beşdarvanê vê civînê Seydayê Xelat naveroka kombûnê ji bo Dengê Amerîkayê re wiha rave kir:

“Em wek seydayên Kurd dixwazin bi van civînan dengê gelê Kurd ragihînin qada cîhanê. Temaşe bikin 50 mîlyon Kurd li ser welatê xwe hatîye dabeşkirin, ji bo vî jî pêwîst dike ku gelê Kurd dengê xwe di warê sîyasî û dîplomatîk de bilind bike.”

Seydayê Xelatê di çareserkinina kêşeya Kurd de jî berxwedanê nîşan dide û dadide xuyakirin ku dê demeke kin de pirsgirêka Kurd çareserbe. Ev vê yêkê wiha bilêv dike:

“Çareserkirina mesela Kurd bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ve girêdayî ye. Di dinyayê de gelên ku têkoşîn dane di vî warî de serketine. Berxwedana me Kurdan jî di demeke herî nêz de wê biserkeve.”

Li gorî beşdarvanên vê civînê heke li rojhilatanavîn mesala Kurd çareser nebe wê aşitî, biratî û aramî jî dê neyê rojhilatanavîn.

ED_29_03_2021_Seydaye_Xelatê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG