Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bernivîsa Brezîlya ya ser sekindina şerê li Gaza jibo alîkarîyan nehat pejirandin.
Ji 15 endamên civatê, 12 endaman bernivîsa Brezîlya erê kirin, lê Rûsya û Brîtanya, ku endamên tim yên civatê ne, bêalî man.
Bernivîs jiber vetoya Amerîka, ku endama tim ya civatê ye, hat red kirin.
Gabon, Gana, Brezîlya, Ekvador, Fransa, Albanya, Malta, Mozambîk, Swîsre, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Japonya jibo bernivîsê gotin erê.
Civata Ewlekarî ya NY’ê di 5 rojan de 3 caran civî, lê lihevkirin çênebû. Danûstandinên li Civata Ewlekarî ya NY’ê didomin.
Jêder: VOA