Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY, Koreya Bakur bi Tundî Şermezar Dike


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, Koreya Bakur jiber ceribandina muşeka balistik ya ku di ser Japonya re derbaz bû, bi tundî şermezar kir û ji wî welatî xwest ku demûdest ceribandinan rawestîne.

Civata Ewlekarî dîyar kir ku hewildanên Koreya Bakur ne tenê jibo herêmê, lê seba hemî dewletên ku endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne, gefekî mezin e.

Civatê da zanîn ku Koreya Bakur bi ceribandina xwe ya dawî, bi qestî aştî û aramî qels kiriye û li seranserê cîhanê fikarên ewlekarîyê çêkiriye.

Civata Ewlekarî bang li Koreya Bakur kir ku li gor biryarên NY’ê tevbigere û hemî çekên xwe yên navokî pûç bike.

Civata Ewlekarî, ser daxwaza Amerîka, Japonya û Koreya Başûr do biryara kombûna awarte dabû.

XS
SM
MD
LG