Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi Dawî Bû


Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 75’an bi dawî bû. Rêberên endamên NY’ê jiber vîrusa korona îsal bi awayekî fîzîkî beşdarî civatê nebûn. Serok û wezîrên derve yên dewletan axaftinên xwe bi vîdeoyên ku berê hatibûn tomar kirin pêşkeş kirin.

Piranîya beşdarên civatê ser têkoşîna dijî vîrusa korona peyivîn. Jimareke rêberan dîyar kirin ku NY di têkoşîna dijî vîrusa korona de kêm dimîne û divê ew bi awayekî aktîftir kar bike.

Karbidestên dewletan dan zanîn ku divê NY xwe li gor şertên îro nû bike. Wan herwiha bal kişand ser mijarên wek Rojhilata Navîn, guherîna îqlimê û bidawîkirina pevçûn û şeran.

Serokê Civata Giştî ya NY’ê ya 75’an Volkan Bozkir di axaftina dawî ya li civatê de dîyar kir ku divê endamên yekîtîyê di mijarên cîhanî de bi hev re kar bikin.

Bozkir dîyar kir ku xênji NY ti sazî nikarin ewqas rêber li hevdu kom bikin û çareserîyekê bibînin. Wî got ku divê ser mijarên wek guherîna îqlimê û bidawîkirina pevçûnan dewletên ku endamên yekîtîyê ne bi hev re tevbigerin.

XS
SM
MD
LG