Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bernivîsa Trump Veto Kiribû Jinûve Pejirand


Civata Nûneran ya piranîya wê Demokrat e, careke din ser bernivîsa bo budçeya berevanîyê, ku Serok Donald Trump veto kiribû, dengdan çêkir.

Endamên Civata Nûneran li hember 87 dengan bi 322 dengan bernivîs pejirandin.

Ew ferq bo qonaxa pêşî ya pûçkirina vetoya Trump ferqeke mezin e li Civata Nûneran ji sê paran herî kêm du par deng hewce bûn.

Çaverê ye ku Civata Senatoran jî vê hefteyê bo pûçkirinê dengdanê çêke ku li wir jî herî kêm ji sê paran du par deng pêwîst in.

Li Civata Nûneran 212 Demokrat, 109 Komarî û 1 jî serbixwe 322 endaman piştgirî dan pûçkirina vetoyê û 20 Demokrat, 66 Komarî û 1 jî serbixwe pûçkirina veto red kirin.

Serok Donald Trump bernivîsa ser budçeya berevanîyê hefteya borî veto kiribû.

Trump dîyar kiribû ku ger ew bernivîs were pejirandin ewê li gor berjewendîyên Çînê be.

Bi bernivîsa berevanîyê, ku bi navê NDAA tê zanîn, bo leşkerên Amerîkî 3 ji sedê zêdekirina mûçeyan tê xwestin û bo bernameyên leşkerî û avahîyan pirtir ji 740 mîlyar dolar tê veqetandin.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku wan bo pejirandina NDAA çi ji destê wan hatiye kiriye.

Pelosi dîyar kir ku Trump bi vetoya xwe zêdekirina mûçeyên leşkeran red kiriye, ‘’garantîyên sereke yên bo aştî û ewlekarîya cîhanê’’ ji holê rakiriye.

Wê da zanîn ku piranîya endamên civatê dixwazin ku navên bingehên leşkerî werin guherandin, lê Trump xwestiye ku hewildanên wan yên dijî nijadperestiyê pûç bike.

Civata Senatoran ya piranîya wê Komarî ye bernivîsa ser budçeya berevanîyê li hember 13 dengan bi 84 dengan pejirandibû.

Serokê Piranîya Komarî ya li Civata Senatoran Mich McConnel, ku kêm caran berovajî Trump diaxife, tevî gefên Trump yên ser vetoyê, banga pejirandina bernivîsê kiribû.

McConnel gotibû ku Kongres bi qasî 60 sal in bênavber bernivîsê dipejirîne û domandina wê girîng e.

Trump berê 8 bernivîs veto kiribûn ku û jiber ku ji her du civatên Kongresê jî dengên pêwîst derneketibûn veto pûç nebûbûn.

XS
SM
MD
LG