Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bedran Çîyakurd: Herêma Ewle bi Awayekî Din Dagirkerîya Tirkan E


Karbidestê payabilind yê Kurdên Sûrîyê Bedran Çîyakurd dîyar kir ku ew dijî herêma ewle ya li bakurê Sûrîyê ne.

Çîyakurd ji ajansa AP’ê re da zanîn ku herêma ewle bi ‘’şiklekî din dagirkerîya Tirkan e’’

‘’Rêveberîya xweser û demokratîk ya li bakur û rojhilata Sûrîyê, van planên wek herêma ewle red dike. Çinku tiştên wisa, bo wê herêmê metirsîya gef û êrîşên nû çêdikin’’ Çîyakurd got.

Plana çêkirina herêma ewle, piştî axaftina Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hatibû eşkere kirin.

Çîyakurd dîyar kir ku rêvebirîya Kurdan ya li bakurê Sûrîyê tenê dikare herêmeke ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de qebûl bike.

Wî bi berdewamî da zanîn ku li şûna hêzên NY’ê, yekîneyên Artêşa Sûrîyê jî dikarin herêmê kontrol bikin.

XS
SM
MD
LG