Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Nexweş û Mirinên ji Covid-19 li Cizîrê Zêde Dibin


Jêderên xwecîhî îdia dikin ku li bajarê Cizîrê, hejmara nexweş û mirinên ji vîrusa korona piştî cejna Ramazanê zêde bûne.

Serokê Şaxê Şirnexe yê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES), Umut Çîmen got ku rewşa bajêr cîhê xemê ye.

Mehmet Uzun, ku rûniştvan û dikandarekî Cizîrê ye, behsa rewşa dawî ya nav bajêr dike.

''Dibêjin nexweşxaneyan cî tuneye, harin malê. Derfeta testkirinê jî tuneye, çi mirin çêdibin dibêjin krîza dil e. Nexweşên li Covid-19 li nexweşxaneyan razandî ne, dimirin û dibêjin krîza dil e.''

Mihemed dibêje ku xemsarîya rûniştvanan jî zêde ye û ew guh nadin hişyarîya pisporan.

Hêjayî balkişandinê ye ku tevî hewilên Dengê Amerîka yên wergiritna daxuyanîyeke ji walîtîya Şirnexê, ti agahdarî ji me re nehat dayîn.

Hun dikarin agahîyên zêde ji fayla deng guhdar bikin.

KHF_06_25_2020_Cizîre
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:32 0:00


XS
SM
MD
LG