Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Qanûna Nû Meytên li Cizîr û Silopî ji Alîyê Polîsan Tên Definkirin


Dayika Kurd Taybet Înan ku Silopî hatibû kuştin
Dayika Kurd Taybet Înan ku Silopî hatibû kuştin

Qanûna definkirinê cenazeyan de berîya du hefteyan guhertinek hat çêkirin. Berê, meytek dikaribû şeş mehan li morgê bimîne, heta xwedîyê wan dertên.

Herwiha definkirin jî di destê şaredarîyan de bû. Niha ev yasa hat guhertin û êdî ligel şaredarîyan qeymeqamî û wîlayet jî bi destê polîsan dikarin meytan defin bikin.

Li gor guherîna dawî, meytek herî zêde sê rojan dikare li morgê bimîne. Ger malbat di nav sê rojan de neyê, xwedîtî li meytê neke, hîngê polîs dê muamaleyea bêkasan li meytan bike û piştî sê rojan dikare wan binax bike.

Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk destnîşan kir heta îro 70 meyt anîne nexweşana Şirnexê da ku otopsi bikin û hemî jî xelqên herêmê û sîvîl bûn.

Bîrlîk da zanîn ku meytê 2 xortan li Şirnexê li baxçê sazîyeke fermî de, li erdê di bin berfê de mabûn. Wîlayetê piştî hefteyekê, roja Duşemê destûr daye ku her du meyt ji bin berfê ji erdê rakin.

Bîrlîk dide zanîn ku piştî guhertina qanûnê 11 meyt bi lez û bêz, bê malbat hatine defin kirin.

Karbidestên dewletê dibêjin jibo ku merasîma cenazeyan de provakasyon çênebin, ev guhertin hat kirin, lê parlamentera HDPê ne bi wê nêrînê ye:

"Dewlet dixwaze kuştina sîvîlan veşêre, loma bi lez û bez cenazeyan defin dike. Li herêmê ne hiqûq maye. ne jî edalet."

Hêjayî balkişandinê ye, meytê Taybet Înan a ku hefteyek li Silopî li erdê mabû, piştî vê qanûna nû do hatîye defin kirin. Polîsan ji xencî 8 kesan nehîştîye zarokên wê jî beşdarê cenaze bibin.

KHF_1_13_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:42 0:00

XS
SM
MD
LG