Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, doh li Amedê civinek çapamenîyê lidarxist û da zanîn qedexa li ser Cizîrê di roja heftan de ye û bajar bûye qada Kerbelayê.
Demîrtaş ligel du wezîrên HDP'ê, Alî Haydar Konca û Muslum Dogan û 50 parlamenter jibo herin hewara Cizîrê bire ketin, lê bi biryara wilayeta Mêrdîn û Şirnexê çûndina parlamenteran hat asteng kirin.
Parlamenter û wezîrên HDP’ê doh ji Midyadê 60 km rê heta navçeya Hezexê (Idil) meşîyan û piştî ku bi şev li wir man, îro dîsa hewil dan ku earin Cizîrê.
Serokomar Erdogan meşa HDP’ê ya Cizîrê rexne kir û got “ew êrîşa ser avahîyên partîyên sîyasî şermezar dikin, lê lazim e HDP xeta xwe dîyar bike.
“Divê HDP biryar bide ku wê tekoşîna xwe bi çek dewam bike yan bi demokrasîyê.”
Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Selamî Altinok jî îro bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê rê nedin heyeta HDP’ê derbasî Cizîrê bibin.
“Ger bigehijin Cizîrê wê buyerên provakatîf rû bidin. Lewma jibo ewlekarîya wan emê rê nedin ku herin Cizîrê."
Parlamenterên HDP'ê Selma Irmak û Îmam Taşçier bo guhdarên me derbarê rewşê de agahîyan dan.
Hêjayî gotinê ye ku parlamentara Agirîyê ya HDP’ê Leyla Zana tevî çend parlameneteran li Hezexê man û li wir mitingek lidarxistin. Xanim Zana da zanîn ger şer raneweste ewê dest bi rojîya mirinê bike.