Ajansa Reuters radigihîne ku desthilatdarên Tirk îro Duşemê qedexeyeke çûnûhatinê ji ser bajarê Cizîrê, Sûr û Farqînê hilanîn.
Ofîsa walîtîya Şirnêxê hilanîna qedexeyê ragihandibû, piştî ku artêşa Tirkiyê 9 rojan bajêr dorpêç kiribû.
Qedexeya yekê li 4ê Îlonê destpê kiribû û heta Îniya borî dirêj kiribû. Jiber tirsa krîzeke mirovahî, ew qedexe hatibû hilanîn. Li Cizîrê artêşa Tirkiyê şerê YDG, baska ciwanan ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike.
Rûniştvanên bajêr roja Şemiyê piştî qedexeya yekê karîbûn derkevin da ku qurbaniyên xwe, yên ku li dema qedexeyê hatibûn kuştin, binax bikin.
Lê, karbidestên Tirk li wîlayeta Şirnexê careke din qedexe roja Yekşemê êvarê li ser rûniştvanên Cizîrê ferz kirin. Mebesta wan ji wê qedexeyê operasyoneke nû ya girtina şervanên PKKê bû.
Daxuyaniyeke ofîsa fermandarê Şirnexê îro Duşemê got ku qedexeya duyê demjimêr 7ê sibehê bi dema xwecihî hate hilanîn.
Hikûmeta Tirkiyê dibêje, dora 32 şervanên Kurd di vê operasyona li Cizîrê de hatine kuştin. Lê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) dibêje, di operasyonê de 23 sivîl hatine kuştin.
HDP herwiha dide zanîn ku di encama operasyonê de kêmahîya avû xwarinû dermanê li Cizîrê hatiye holê.