Qedexa li Cizîrê ya 9 rojan jibo girtina xendekan bû, lê li kolanên bajêr gelek xendek hê jî li cî ne. Çalakvanên li dora xendekan li hember hêzên ewlekariyê pev diçûn, dibêjin xendek li dijî zilm û zora dewletê hatin çêkirin.
Bizavkar herwiha dibêjin ew sivîl in û li hember zilma hêzên ewlekariyê, parastina rûmet, can û malê xwe dikin.
Herçiqas ew weke baskên ciwanan yên PKKê tên binav kirin jî, ew vê yeke qebûl nakin. Dibêjin bîrdozîya me yek e, lê ew gel in, ne PKK ne û bo doza azadiyê, şerê gel ya nav bajaran dikin.
Berdevkê Serokamarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî derbarê bûyerên Cizîrê de do axivî û bersiv da rexneyên li ser operasyonên li Cizîrê.
“Wê bûyera li Fergusan a Amerîka bînin bîra xwe. Me dît ku hêzên ewlekariyê tedbîrên bi çi rengî li wir girtin û li wir xendek jî tunebûn, kemînên bi bombe jî.”
Kalin got, jibo ku kêmasiya ewlekariyê çênebe, hêzên ewlekariyê di çarçova qanûnan de çi lazim bike, li gorî wê tevgeriyan.
“Me dît ku derbarê operayonên li Cizîrê xeberên derew hatin çêkirin. Teror çawa sûc e pesindayina wê jî sûc e. Em dibinin ku welatên derve li kesên ku pesnên terorê didin doz vedikin."