Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexa Derketinê li Cizîrê Kete Roja 51'an


Kolanên bajarê Cizîrê

Qedexa hatin-çûnê ya li Cizîrê ket roja 51’an. Di nav 51 rojan de 73 kes li Cizîrê hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Parlamanterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da zanîn rewşa Cizîrê pir xerabe û çend rojên dawî de êrîşên bir giran didomin.

“Niha li taxa Cudîyê de di xanîyek de 25 birîndar hene û jiber pevçûnan nikarin wan bibin nexweşxanê. 18 kes rewşa wan girane û 3 kes ji doh ve jîyana xwe jidest dan.”

Sariyildiz destnîşan kir hejmara Cizîrê 120 hezar bû lê neha li bajêr 20 kes jî nemaye.

“Jiber ku tu rayderak bersiva me nade, em jî mecbur dimînin jibo birîndaran bibin nexweşxaneyan serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Evrupayê xin û dadgehê jibo 4 xortan hişyarî da Tirkîyê.Lê her çar jî jiber ku negihîşitin nexweşxanê, jîyan xwe jidest dan. Yek ji wan xotan Cihan Karaman bû. Cihan du roja li hêvîya ambulansê dimîne û jiber xwîna wî zêde diçe jîyana xwe jidest dide.”

Bavê Cihan, Mihemed Karaman ji bajarê Kocaelîyê hat ku meytê lawê xwe bibe, lê polîsan destûr neda ku ew bikevin Cizîrê.

Kahraman dibêje ew bi hizra ku kurê xwe bibe nexweşxanê hat, lê neha meytê wî jî nadin wan.

Hêjayî gotinê ye di nav 73 kesan de bi dehan kes jiber ku nikaribûn bibin nexweşxanê jîyana xwe jidest dan.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:25 0:00

XS
SM
MD
LG