Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Berken Canpolat: Dewlet Hember Gelê Bajarê Cizirê bi Dijwarî Tevdigere


Zordestîya hêzên Tirk li Cizîrê berdewam e û ev 5 roj in welatîyên Cizîrê nikarin derkevin.

Tê ragihandin ku heta nuha jimareke kes ji encamên rewşa aloz ya li wî bajarî hatine kuştin.

Di vê hevpeyvînê de nivîskar Berken Canpolat dibêje di 5 rojên dawî de derketina ji derve qedexe ye û jiber rewşa awerte ya li Cizirê, kesek nikare alikariyê ji bajêr re bike.

“Kesên birindar nayên derman kirin û desdûr nayê dayîn ku ambulans birindaran bibin nexweşxanê. Sê zarokên ku doh çûn nan bikirin ji aliyê leşkeran nişangir ve hatin birindar kirin.”

Canpolat îdia dike ku dewlet li hember xelkê bajêr bi dijwarî tevdigere û jinên ducanî ji neçarî li malên xwe zarokan tînin.

“Hêzen taybet yên ewlekariyê dest danîne ser rêvebiriya nexweşxanê, kesên birîndar yên bi her awayî digehin nexweşxanê jî, leşker nahêlin birînên wan bên derman kirin,” Canpolat got.

Berken_Canpolat_9_8_15_MA
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

XS
SM
MD
LG