Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dema Operasyonan de, li Cizîrê 145 Ciwan Hatine Kuştin


Bajarê Cizîrê

Di dema operasyona li Cizîrê de ji 200î zêdetir mirov ji alîye hêzên ewlekarîyê hatin kuştin. 145 ciwan li sê jêrzeminan de hatin kuştin û hat îdia kirin piranîya wan dema birîndar bûn hatine şewitandin.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karê Navxweyî Efkan Ala piştî ku operasyon bidawî hat bi daxuyanîyek dan. Her duyan behsa serkeftinîya operasyonê kirin lê behsa aqûbeta birîndaran an îdiaya înfaz kirina wan nekirin.

Davutoglu got ku Cizîr hat paqîj kirin wezîr efakan Ala jî got operasyonek serkefetî bûye.

Li taxa Cudîyê li du avahîyan li taxa Surê jî li avahîyek de ciwan, şervan, endamên partîya herêmên demokrat û tevgera jina azad, herwiha endamên meclisên gel jî di na vade 145 kes hatin qetil kirin.

Jiber ku qedexe hin berdewam e, nayê zanîn ku ji her avahîyek çend çeyt hatine derxistin. Lê reqama giştî jiber meytên 145 kesên şewitandî li nexweşxanên Ruha, Mêrdîn, Batman, Silopî, Şirnexê ne.

Ji 15 termênan pêştir nasnamê wan hîn nehatin zelal kirin.

Lê di avahîya yekê de, 30 kes hebûn. Di 29ê meha yeke de birindaran xwe bi telefonê gihandin parlamentere HDPê Faysal Sarîyildiz. Ew jî agahî dide parlamneterên li Enqerê.

Hevserokê Meclîsa Gel yê Cizîrê Mehmet Tunç, hawara birîndarên li jêrzemîne yekemin (30 kes) û jêrzemîna duyemîn (60 kes) ragihandibû raya giştî. Ev herdû avahî li taxa Cudîyê bûn.

Di wan rojan de me jî digel Mehmet Tun. Peywendî danîbû û li ser rewşa dawî gatibû mirin çêtire ji vî halî. Li wir tevî wî 25 birîndar û 4 mirî li jêrzemînê hene.

(Dengê Mehmet Tunç)

Parlamenterên HDPê Îdrîs Baluken, Meral Daniş Beştaş, Osman Baydemîr jibo birîndarên jêrzemîna yekemin li parlamenê dest bi greva birçîbûnê kirin da ku jibo birîndaran ambulans bê hinartin.

Serokwezîr sê caran ferman da ku ambulans herin lê her carê ambulans ji alîye leşker û polêsan dihat asteng kirin.

Ji birîndaran Mehmet Yavuzel, ku endamê meclîsa Partîya Herêmên Demokrat e, telefonî parlamenterên HDPê yên li Enqerê kiribû û Meral Daniş Beştaş jî dengê birîndaran bi cîgirê wezirê kare navxwe dabû guhdarî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku dema ku Beştaş dengê birîndaran bi rayedaran dide gohdar kirin leşker li ser avahîyê operayon pêk tînan.

(Dengê birîndaran û operasyona û çekan)

Dengê peqîna çekan û hawara birîndaran dikeve nav hev û telefon qut dibe. Ji 5ê Sebatê vir ve tu agahî ji 24 kesên li li jêrzemîna yekemin nehat girtin.

Dema Mehmet Tunç li jêrzemîna yekemin bû em bi wî re axivîbûn, ew roja jêrzemîna yekemin ji alîye topên tanqan hatîye herifandin. Mehmet Tunç xwe ji wir rizgar dike û diçe jêrzemîna duyemîn. Ku li wir jî jî 60 birîndar hebûn.

Çend roj piştre Mehmet Tunç telefonî Gun TVyê dike û dide zanîn dîsa li taxa Cudîyê di avahîyek de 60 birîndar hene û bi top û havanan avahîyê dane ber agir.

Ew roj televîzyona TRTê raportek weşand û got 60 terorist di avahîyek de hatine kuştin. Lê, saetek şûnda raportê ji ser maplerê rakirin.

Walîyê Şirnexê jî piştî xebera TRTê got li avahîyek 10 terorîst hatine kuştin. Piştî wê rojê ji wir jî tu agahî nehat girtin.

Di 10ê mehê de li taxa Surê hevseroka HDPê ya berê ya navçeya Milas ya Muglayê, Derya Koç telefonê bavê xwe dike û hawarê dixwaze. Piştre Derya Koç telefonê televîzyonan dike û dibêje leşker 20 hevalê wan yên birîndar bi saxî şewitandine.

(Dengê Derya Koç)

Keça Kurd, ku bi eslê xwe ji Erziromê ye, dibêje ger neçin hawara wan tevî wê 25 kes jî dê li wir werin qetil kirin. Piştî wê rojê ji Derya û hevalê wê jî agahî nehat sendin.

Piştî operasyon bidawî hat, leşkeran meytan rakirin û hinartin bajarên cuda.

HDP û komela xizmên hindayan bi daxuyanîyek ragihandin ku 145 term ji hersê xanîyan hatine desrxistin. Piranîya meytan hatine şewitandin û perçe kirin. Tespîtkirina nasnameyan pir zehmet e û tenê nasnamê l5 kesan hatîye dîyar kirin.

Roja Çarşemê meytê Derya Koça ku herî dawî hawar xwestibû, ji alîye bavê xwe hat teşhis kirin. Piştî ku Derya jî bi telefonê diaxive ew û 24 hevalê xwe ji alîye leşkeran tê kuştin.

Mehmet Tunç, navê birîndarên li herdû jêrzemînên pêşî ne dîyar kiribû. Lê piştî operasyonan hemî meyt yan perçekirî ne yan jî şewitandî. Tevî meytê Mehtem Tunç, 130 termên ku li nexweşxaneyên cuda ne, li benda teşhis kirine ne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00

XS
SM
MD
LG