Breaking News

Wezîra Derve Cejna Newrozê Pîroz Dike

Hillary Rodham Clinton.
Hillary Rodham Clinton.

Bi helkefta cejna Newrozê, Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton peyameka pîrozbahî şand.

Birêz Clinton dibêje, “ez kêfxweş im ku bi pîrozbahî li wan kesan bikim ku di festîvala Newrozê de beşdar in.”

Wezîra Derve ya Amerîkî herwiha dibêje, “ev 3,000 sal in ku Newroz hêvîyê dide bi milyonan kesan li seranserê cîhanê.”

Birêz Clinton got, “li demê em rû bi rûya astengên nû dibin, em dîsa sozê didin ku piştgîrîya mafên cîhanî yên mirovan û azadîyan bikin.”

Wezîra Derve li dawîya peyama xwe got, “Newroza we pîroz be û hemû rojên we Newroz be.”

XS
SM
MD
LG