Serok Barack Obama bi helkefta cejna Newrozê peyamek ji Îranê re şand.
Serok Obama di destpêka peyama xwe de got, “îro Michelle û ez gerimtirîn pîrozbahîyê pêşkeşî wan kesan dikîn ku Newrozê pîroz dikin.”
Di peyama vîdyoyî de Serok Obama daxwaza hilweşandina “dîwarê elektronî” li seranserê Îranê kir.
Serok Obama got ku kontrolkirina pêzanînan ji layê rejîma Îranê ve gelê Îranê ji cîhanê dibire.
Serok herwiha got ku Amerîka dixwaze dîyalogê bi gelê Îranî re encam bide jibo zanîn û bihîstina hizir û nêrînên wan.