Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton Dê Ser Şervanên Kurd Rêzefîlmekê Çêke


Hillary Clinton û Chelsea Clinton

Wezîra Derve ya berê ya Amerîka Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton dê ser şervanên jin yên Kurd yên li Sûrîyê rêzefîlmekê bikişînin.

The Hollywood Reporter ragihand ku kompanîya produksîyonê ya Clintonan dê kitêba Gayle Tzemach Lemmon ya bi navê ‘’The Daughters of Kobani’’ (Keçên Kobanê) bike rêzefîlm.

Hillary Clinton dîyar kir ku ‘’Keçên Kobanê’’, berhemeke cuda ye ku şervanên jin yên ‘’wêrek û eynad yên bo wekhevîya dadî û zayendî şer dikin, vedibêje’’

Wê da zanîn ku wan kompanîya bi navê Hidden Light bo pîrozkirina lehengên wêrekîya wan nayê dîtin ava kiriye û dîyar kir ku ew jiber raberkirina wêrekîya şervanan ketine heyecanê.

Xanim Clinton ji Twitterê jî nivîsî ku jiber ku wê alîkarîya vegotina wan jinên fewqulade kiriye ew pir bi heyecan e.

Di kitêba Lemmon de, hevpeyvînên bi şervanên jin yên bi çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) re şer kirine hene.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG