Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzvan Clooney Bêdengîya Civata Navnetewî ya Hember Kiryarên DAIŞ'ê Rexne Dike


Parêzvana mafên mirovan Amal Clooney bang li Îraqê û civata navnetewî kir ku hesaba jenosîda Êzîdîyan ji DAIŞ’ê bipirsin.

Clooney ku nûnertîya wan kesên ku ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û wek koleyên seksî hatine xebitandin dike, di civîneke Neteweyên Yekbûyî de bêdengîya cihanê rexne kir.

“Ne tenê kiryarên DAIŞ’ê yên hovane, lê bêdengîya civata navnetewî jî, ku di warê vekolînkirina tawanan û cezakirine berpirsên wan kiryaran de pir pasîf e, mirovan şok dike.”

Clooney ji Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî xwest ku mijara vekolînkirina tawanên DAIŞ’ê bi fermî bîne pêş Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî da ku dengdan li ser wê bê kirin.

“Qurbanîyên DAIŞ’ê edaletê dixwazin, lê eger ku em bihêlin delîlên heyî yên wek gorên girseyî û delîlên tendirustî hinda bibin û em nema bikarin dîdevanên wan bibînin, hîngê dadwerî bi tevahî ji dest diçe,” Clooney civata navnetewî hişyar kir.

Wê bi bîr xist ku ew şeş mehê jî hatibû Neteweyên Yekbûyî, lê ji wê demê heta niha ti pêşketin li ser rewşa mexdurên DAIŞ’ê nehatine dest xistin û berpirsên kiryarên DAIŞ’ê nehatine ceza kirin.

“Kuştina DAIŞ’ê li qada şer bi serê xwe ne bes e. Divê em, bi nîşandana hovitî û tawanên wan yên nemirovane û anîne kesên berpirs li pêş dadgehê, îdeolojîya pişt DAIŞ’ê tune.”

Hêjayî birxistinê ye ku Clooney awuqatîya bizavkara Êzîdî Nadia Murad dike ku di 2014’an de ji alîyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin û wek kolê hatibû xebitandin.

XS
SM
MD
LG