Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

George û Emel Clooney bo Xwendinê, Alîkarîya 3,000 Zarokên Sûrî Dikin


Zarokên penaber yên Sûrê li Lubnanê
Zarokên penaber yên Sûrê li Lubnanê

George û Emel Clooney ragihand ku ewê alîkarîya 3,000 zarokên penaber yên Sûrî bikin ku îsal li Lubnanê herin dibistanê.

Weqfa Clooney ya jibo Dadwerî hevkarî ligel kompanya Google û HP dike ku bo vekirina heft xwendingehan, alîkarîya ajansa zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Wezareta Perwerde ya Lubnanî bikin.

"Em naxwazin tevahîya nifşekê hinda bibe jiber ku ew di demeke çewt de, li cîhekî şaş hatine dinê. Bi hezaran zarokên penaber yên Sûrî di bin metirsî de ne ku careke din nebin beşeke avaker ya cîvakê, lê perwerdeya fermî dikare vê rewşê biguherîne," aktorê navdar George Clooney û parêzvana navbetewî Emel Clooney di daxuyanîyekê got.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku 200,000 zarokên Sûrî ku ji şerê li welatê xwe revîne, bê derfeta perwerde li Lubnanê dijîn.

Hêjayî balkişandinê ye ku Lubnanê pirtir jî mîlyonekê penaberên Sûrî dijîn ku nîva wan zarok in.

XS
SM
MD
LG