Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CNN'ê Jeff Zucker Karvekişîna Xwe Ragihand


Serokê CNN'ê Jeff Zucker
Serokê CNN'ê Jeff Zucker

Jeff Zucker, CNN, CNN Worldwide, Turner Sports, Chris Cuomo, Amerîka, Warner Media News -Sports

Serokê CNN'ê Jeff Zucker îro Çarşemê karvekişîna xwe rahigand, piştî neh salan wek serokê kompanîya medyayê kar kir.

Jeff Zucker bi daxuyanîyeke ragihand ku ew jiber ku tekilîya veşartî ya bi hevkareke xwe re piştrast kir û ev yek wek sedema karvekişîna xwe dîyar kir.

"Divê min dema ku tekilîya me destpê kir eşkere bikira, lê min nekir. Ez şaş bûm," Zucker got.

Zucker da zanîn ku wî ev tekilîya xwe di pêyvajoya lêpirsîna di derbarê Chris Cuomo, rojnamevanê berê yê CNN'ê de, qebûl kiriye.

CNN'ê Chris Cuomo ji kar avêtibû, piştî derket holê ku wî di lêpirsîna destdirêjîya seksî ya dijî birayê ya xwe de, walîyê wê demê yê New York Andrew Cuomo, alîkarîya wî kiriye.

Zucker got ku wî hêvî dikir ku serdama wî bi rengekî cuda bi dawî bûya lê, " ev pêzbazîyeke ecêb ya pir xweş bû. Min ji her yek deqeyê hez kir."

Jeff Zucker di Adara 2019'an de wek serokê kompanîya medyayê Warner Media News û Sports hate destnîşan kir.

Hevdem, wî ji 2013'an vir ve jî wek Serokê CNN Worldwide kar dikir.
Zucker berpirsê hemî bernameyên zindî yên Warner Media'yê bû, tevî tevahîya beşên CNN Worldwide û Turner Sports.

CNN ya ku tora televîzyonê ya Amerîka ye, ji CNN International, HLN, û platformên dîjîtal yên CNN'ê pêk tê.

Herwiha, Turner Sports û Bleacher Report jî girêdayê CNN'ê ne.

XS
SM
MD
LG