Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyon Dibêje Tevî Êrîşên Dawîyê Şerê Têkbirina Mayînde yê DAIŞ’ê Wê Bidome


Koalîsyona dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka, piştî êrîşên dawîyên dijî wê, îro Duşemê ragihand ku ewê şerê xwe ya jibo têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê bidomîne.

“Êrîşên vê dawîyê ku hêzên Koalîsyonê û hevkara me HSD’ê dikin armanc, wê ti car nikaribe me jî armanca xwe ya hevbaş ya têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê vegerîne. Bûyerên wek vê dawîyê wê nikaribe pêşveçûna me ya hevbeş ya ber bi herêmeke aram û ewle bisekinîne,” koalîsyonê li ser Twitterê got.

Berdevk Civata Ewlekarîya Netewî ya Amerîkî John Kirby roja Yekşemê gotibû ku Serok Joe Biden piştî êrîşên vê dawîyê pêgir e ku hêzên Amerîkî li Sûrîyê bihêle.

“Emê her dem jibo berevanîya hêzên xwe û kargehên xwe gavên pêdivî bavêjin. Serok Biden pir bi xurtî pêgîr e ku hêzên Amerîkî yên ku li Sûrîyê ne, li wir bihêle ku dijî hemî paşmayîyên hêzên DAIŞ’ê şer bikin.”

Kirby da zanîn ku li Sûrîyê ji 1,000 hindiktir leşkerên wan hene ku ketine dû tora DAIŞ’ê ku tevî bi giranî lawazbûna hêza wê, hîn jî zindî û çalak e.

XS
SM
MD
LG