Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Navnetewî: Êrîşên Esmanî 801 Sîvîl li Îraq û Sûrîyê Kuştin


Koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşên esmanî yên li Îraq û Sûrîyê de 801 sîvîl ji sala 2014'an vir ve hatin kuştin.

Koalîsyonê di meha Cotmehê de ragihandibû ku ew vekolîna 64 raportan dike. Koalîsyonê dabû zanîn ku pênc ji wan raportan pêbawer in û 15 kes di encama wan de hatine kuştin.

"Em bi berdewamî berpirsîya mirin yan birîndarbûna sîvîlan ya bêmebest, radikin ser xwe. Em hemî raportên kirina sîvîlan ya bi êrîşên esmanî cidî werdigirin û biqasî pêkan be, vekolînên berfireh û rekûpik dikin. Heta niha vekolîna 695 raportên din jî hîn didomin.”

Gruba çavdêr, Airwars pêşbînî dike ku heta dawîya Cotmehê, bi kêmî ve 5,961 sîvîl bi êrîşên esmanî de hatine kuştin û dibe ku ew hejmar heta bigiheje 9,000 kesan.

Li gor Airwars, 1,504 mirin li Îraqê û 3,487 jî li Sûrîyê qewimîne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ji di dawîya Cotmehê de ragihandibû ku 2,910 sîvîl di encama êrîşên esmanî de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG