Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cohen Dibêje Piştî Agirbestê, Ewê Şerê Dijî Hamasê Bidomînin


Cohen û Cameron li Kibbutz Beeri (23/11/2023)
Cohen û Cameron li Kibbutz Beeri (23/11/2023)

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen îro Înê dubare kir ku piştî dawîbûna agirbesta demkî ya çar rojî, artêşa Îsraîlê wê jinûvre dest bi şerê dijî Hamasê bike.

"Emê heta ku bigihêjin du armancên xwe yên serekî; têkbirina desthilatdarîya Hamasê û bi sazî vegerandina hemû kesên revandî, şerê xwe yê dijî Hamasê bidomîninin.”

Cohen, di dema serdana hevtayên xwe yên Portekîzî û Slovenî de, li heremên sînorî yên wêranbûyî ew daxuyanî da.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê beravanîyê Yoav Gallant jî berîya niha sozên bi vî rengî dabûn.

Lê, hikûmeta Îsraîlê di bin givaştina bîragiştî ya navxweyî de ye ku bo berdana tevahîya dîlên li Gaza pirtir tiştan bike.

Loma jî hin şîrovekar pêşbînî dikin ku dema agirbestê dikare were dirêjtir kirin. Li gor lihevkirinê li ber e ku di destpêkê de herî kêm 50 ji 240 dîlên destê Hamas û komên din werin berdan.

Herwiha, çaverê ye ku beramber her dîlekî, sê girtî û bi giştî 150 Filîstînîyên girtî yên jin û temen piçûk jî girtîgehên Îsraîlê werin berdan.

Bi alîyekî din ve, AP ragihand ku hêzên ewlehîyê yên Îsraîlî gaza hêstirêj avêtin ser girseya Filîstînîyên ku bo pêşwazîkirina girtîyan li pêş zindana Ofer ya li Kenara Rojava civîbûn.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG