Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Rûsya Hewl Dide Berevaniya Esmanî ya Ukraynayê Tine Bike


Colin Kahl
Colin Kahl

Karbidestekî payebilind ê Pentagonê roja Şemiyê got ku zêdebûna êrîşên mûşekî yên Rûsyayê li Ukraynayê ku di beşekî xwe de ji bo bidawîkirina pêdiviyên berevaniya esmanî yên Ukraynayê ne, ew tiştek e Mosko hêvî dike rê bide hêzên xwe ku serweriya li esmanên wî welatî bi dest bixin.

Colin Kahl, rawêjkarê berevaniyê yê ji bo siyasetê, di gera xwe ya Rojhilata Navîn de ji rojnamevanan re got, "Ew bi rastî hewl didin ku sîstemên berevaniya esmanî ya Ukraynayê têk bibin û tine bikin."

Wî got, "Em dizanin ku teoriya Rûsî ya serketinê çi ye, û em pabend in ku em piştrast bin ew ê bi ser nekeve bi rêya ku em piştrast bikin ku Ukraynî tiştê ku ji wan re pêwîst e ji bo domandina berevaniya esmanî, bidest bixin."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG