Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Kolombîya Wê bi Serhildêrên ELN'ê re Civîna Awarte Çêke


Danûstandinerên Kolombîyayî wê jibo hevdîtinên aştîyê yên awarte yên bi serhildêrên çepgir Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) re serdana Caracas ya paytexta Venezuela bikin.

Hikûmeta Kolombîya ragihand ku hevdîtinên aştîyê yên awarte li ser daxwaza ELN’ê çêdibin û Norwec, Şîlî û Venezuela jî wê wek dewletên garantor li hevdîtinan hazir bin.

Rêberê danûstandinerên hikûmeta Kolombîya Vera Grabe got ku ew hêvî dikin u heta 22’yê Nîsanê bi pêşveçûnan biryarekê ragihînin.

Serokê Kolombîya Gustavo Petro jibo sekinandina pevçûnên bi ELN’ê re sala 2022’yan bi wê rêxistinê re dest bi danûstandinan kir.

Di pevçûnên hikûmeta Kolombîya û ELN’ê de, ku 16 salan dom kir, 450,000 kes hatine kuştin.

Hikûmeta Kolombîya û ELN’ê heta niha 6 caran danûstandinên aştîyê kirin û carekê agirbesteke dualî ragihandin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG