Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Colombia Dibe Hevkara Hevalbendiya NATO


Serokê Colombia Juan Manuel Santos
Serokê Colombia Juan Manuel Santos

Sereokê Colombia Juan Manuel Santos ragihand ku welatê wî dê destplêka hefteya bê bi awakî fermî bibe yekem welatê Amerîka Latînî ku hevkariyekê li gel hevalbendiya NATO pêk tîne.

Di axaftineka tilfizyonî de û her wiha li ser Twîter Santos got:

“Emê hefteya bê li Broksilê- û ev tiştekî gelekî girîng e- derbasî Hevalbendiya NATO bin li ser asta navnetewî. Emê bibin welatê tenê yê Amerîka latînî di hevalbendiyê de.”

Santos, wergirtiyê xelata Nobel a aştiyê di sala 2016an de ku wî aştî li gel serhildêrên FARC pêkanî, got ev gav dê wêneya Colombia li ser asta navnetewî çak bike.

Colombia û NATO di Gulana sala borî de, gihîştin rêkeftineka hevpariyê piştî encamdana rêkeftina aştiyê li gel serhildêrên FARC, ku niha partiyeka siyasî ye.

Li gor dauyabniyeka NATO, hevkarî dê ewlekariya Internêtê, ewlakriya deryayî, terorîzm û girêdana wê bi gunehkariya organîzekirî, û herwiha avakirina şiyanên hêzên leşkerî yên Colombiya vehewîne.

XS
SM
MD
LG