Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kolorado Ji Egera Şewatê Nêzîkî 1000 Xanî Wêran Bûne


Li Amerîkayê Karbidestekî eyaleta Kolorado (Colorado) dibêje ku nêzîkî 1,000 xanî wêran bûne, bi sedan xanîyên din jî ziyan pêketîye, û sê kes jî winda ne ji ber şewatên daristanê ku gelek tax şewitîne li herêma Çiyayî ya Rocky Mountains li bakurê rojavayê Denverê.

Karbidestekî parêzgeha Boulder, Joe Pelle jî roja Şemiyê gotbû ku lêkolîneran hêşta sedema şewatên ku roja Pêncşemê derketin peyda nekirine lê lêkolîn berdevam in.

Rayedaran berê nûke gotibûn çi kes winda nebûne. Lê peyvdara wîlayeta Boulder Jennifer Churchill roja Şemiyê got ku ew ji encama tevlihevîyê bû dema ku sazî hewil didin rewşa awarte birêve bibin.

Joe Pelle got ku karbidest tîmên terman pêktînin da ku li kesên bezir bigerin li herêma Superior û li wîlayeta Boulderê. Karê lêgerînê hinekî dijwar e jiber bermahîyên avahiyên wêranbûyî, yên ku 20 santîmetre befir ser da hatî şeva borî.

XS
SM
MD
LG