Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqekirina Kolorado de 5 Kes Mirin Û 18 Kes Birîndar In


Klûba Q di Colorado Springs, Kolorado (Colorado), AS, 20 Mijdar 2022. (Foto: REUTERS/Kevin Mohatt)
Klûba Q di Colorado Springs, Kolorado (Colorado), AS, 20 Mijdar 2022. (Foto: REUTERS/Kevin Mohatt)
Polîs ragihand ku şeva Şemiyê di encama gullereşandina li klûbeke şevê ya hevregezxwazan li Kolorado (Colorado Springs) 5 kes hatin kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûn.

Lt. Pamela Castro ji polîsê Kolorado di civîneke çapemeniyê de got, gumanbarek li Q Klûbê hate girtin.

Castro got ku polîsê wan berî nîvê şevê têlefonek li ser gulebaranê wergirt, û anî ziman ku piştî gihîştine cihê bûyerê, efseran zilamek di hundurê klûbê de dît ku tê guman kirin ku gumanbar be.

Castro tu hûrgilî li ser sedema êrîşê neda û nexwest ku bêje di gulebaranê de çi cûre çek hatiye bikaranîn.

Ji heî gotinê ye ku klûba Qli ser Google-ê ye, Club Q xwe wekî "klûbek şevê ya hevregezbazan ku bi giranî bi şev nimayîşên mîna karaoke, drag û DJ-yan li dar dixe" û çalakiyên bi vî awayî encam dide.

Klûbê di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê got: "Em ji êrîşên bêwate yên li ser civaka xwe xemgîn in, û spasiya kardana bilez ya qehreman dikin ji bo reaksiyona wan ya bilez ku çekdar girtin û dawî li vê êrîşa nefret anîn."Di saet 4ê sibehê de, polîsan derdora klûbê, ku li navendekê ye, li derûdora Colorado Springs-ê ye, ew herêm dorpêç kiribû.

Di sala 2016an de, çekdarekî 49 kes li klûbeke şevê ya hhevregxwazan li Orlando, Florida kuştbûn, berî ku ji aliyê polîsan ve were gulebarankirin.
Di wê demê de, ew gulebarana girseyî ya herî xirab bû di dîroka Amerîka de.
XS
SM
MD
LG