Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Agirê Wêrankar de bi Sedan Avahî li Colaroda Şewitîn


Eyaleta Colorado ya Amerîka bi şewata daristanan ket roja dawî ya sala 2021’an.

Li du navendên nêzî bajarê Denver bo jîyana bi qasî 300,000 kesan metirsî çêbûye.

Karbidestan di qonaxa pêşî de bo 30,000 kesên li herêmê ferman da ku ji wir demûdest derkevin.

Tê guman kirin ku agir bi çirûskeke ji xetên veguhestina enerjîyê çêbûye.

Berpirsên herêmê dibêjin ku jiber bayê xurt agir di demeke kurt de li herêmê berfireh belav bûye.

Heta niha bi qasî 580 xanî, otelek û navendeke kirîn, firotinê bi tevahî şewitîne.

Karbidestan dîyar kir ku jiber agirê berdewam heta niha bi kêmî ve 6 kes birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG