Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Roja Columbus û ya Gelên Zikmakî Pîroz Dike


Roja Gelên Zikmakî li Austin, Teksasê, tê pîroz kirin.
Roja Gelên Zikmakî li Austin, Teksasê, tê pîroz kirin.

Amerîka îro Duşemê betlaneya Roja Columbus û Roja Gelên Zikmakî pîroz dike.

Roja Columbus ji sala 1971’ê ve bûye betlaneyeke federal ku hatina Christopher Columbus bo parzemîna Amerîka di sala 1492’an de pîroz dike.

Lê di salên dawî de gelek deng derketine ku banga hilanîna vê betlaneyê dikin jiber tundûtûjî, nexweşî û ku dijwarîyên gelên Ewrupayî bi xwe anîbûn ser gelên ku berê li parzemîna Amerîkayê dijîyan.

Serokê Amerîkî hefteya borî fermaneke serokatîyê da ku tê de êdî Roja Gelên Zikmakî îro Duşemê were pîroz kirin. Ev cara yekê ye ku fermanek wisa ji alîyê serokekî Amerîkî ve tê dayîn.

“Îro, em herwiha pênasînê bi dîroka bi êş ya kiryarên hovane dikin ku gelek Ewrupîyan anîn serê êl û civakên zikmakî. Ev gavek e mezinbûna me wekî welat e ku em naxwazin van qonaxên nebaş ji dîroka xwe binax bikin. Em rûbûrûyî wan dibin, em wan tînin jêr ronahîyê û tiştê em karibin dê derbarê wan bikin,” Biden got.

Wîlayeta Oregon jibo cara yekê îro Roja Gelên Zikmakî pîroz dike piştî ku kongresa wîlayetê îsal qanûnek derbas kir jibo pênasîna vê rojê. Oregon û 12 wîlayetên din vê rojê pîroz dikin.

Li New York û Chicago jî, helleftên girseyî careke din jibo Roja Columbus tên lidar xistin, piştî ku ew sala borî jiber pandemîya Koronayê hatibûn betalkirin.

XS
SM
MD
LG