Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojên Wêjeya Berhevkirî li Amedê Didome


Ovgu Gokçe û Lal Laleş
Ovgu Gokçe û Lal Laleş

Li Amedê piştî pênc salan Rojên Wêjeya Berhevkirî careke din destpê kir. Bernameya dewlemend ku di 12'ê mehê de destpê kir, bi panel, gotûbêj, şano û xwendina helbest û çîrokan wê deh rojan bidome.

Ev xebat ji alîyê Weşanxaneya Lîs û Navenda Hunerê ya Amedê tê darxistin. Enstîtuya Goethe, Konsulxaneya Swêdî û Hollandî, Navenda Çanda Fransî, Çanda Anadolu û Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê piştevanîya vê xebatê dikin.

Rêvebira Navenda Hunerê ya Amedê, Ovgu Gokçe û Berpirsê Giştî ya Weşanxaneya Lîs'ê, Lal Laleş behsa naveroka rojên wêjeyê kirin.

Gokçe û Laleş bal dikşînin ser rewşa aloz yên çar salên dawî û dîyar dikin ku hem pirsgirêka aborî, hem jî rewşa aloz dibe sedem ku xebatên çand, wêje û huner rawestin.

Di çarçova bernameya rojên wêjeyê de Kurdîlit xebata wergerê amade dike û helbestên Berken Bereh dê wergerîne zimanê Îngîlîzî û Fransî.

Hêjayî balkişandinê ye ku 10 weşanxaneyên Kurdî pişgirtîya rojên wêjeyê dikin, herwisa ode û sazîyên bajêr jî jibo bernameyan derîyê xwe vedikin.

Kerem kin nêrînên Lal Laleş û Ovgu Gokçe naveroka bernama Rojên Wêjeya Berawirdî gohdar bikin.

KHF_Comperative_Literature_Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:32 0:00


XS
SM
MD
LG