Wezareta tenduristiya welatê Kongo ragihand ku nexweşekî din ê Ebola îro Yekşemê jiyana xwe jidest da, û jimara kesên ku bi vê nexweşiyê mirî gihîşte 26 kesan li parêzgeha Equateur a bakurê rojavayê welêt.
Li gor daxuyaneka dawî ya wezareta tenduristiyê, çar rewşê nû yên nexweşiya Ebola hatin piştrastkirin li welêt.
Di vê pêla dawiyê de, 46 rewş hatin ragihandin ku di nav wan 21 wek nexweşiya piştrast bûn, 21 ên din bi ser nexweşiyê ve diçin û 4 ji wan hîn cihê gumanê ne.
Serok Joseph Kabila û hikûmeta wî doh Şemiyê biryar da piştgiriya darayî zêde bikin ji bo rewşên awarte.