Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Senatoya Amerîka Ser Budceya Hikûmetê Gihiştin Rêkeftinê


Mitch McConnel û Chuck Schumer
Mitch McConnel û Chuck Schumer

Rojekê piştî gefa daxistina hikûmeta Amerîka, rêberên Senatoyê ji her du partîyan roja Çarşemê gehiştin rêkeftinê ku dê budcê jibo hikûmeta federal bo midehê du salan berdest bike.

Rêberê piranîya civata Senatoran Mitch McConnell, komarîyê wîlayeta Kentucky, di peyvekê de li Senatoyê got, “ez kêfxweş im ku bêjim danûstanên me yên du partîyan û du civatan ser budceya berevanîyê û dezgehên din yên li pêşîyê gihiştin rêkeftinek berçav.”

Rêberê kêmanîya Demokrat di nav Senatoyê de, Chuck Schumer, ji wîlayeta New York jî got, “me bi rêkeftinekê lihev kir ku jibo gelê Amerîka pir baş e.”

Ew pakêt dê xercên hikûmeta Amerîka bo berevanîya nîştimanî û programên navxweyî bi qasê 300 milyar dolaran di nav du salan de berfirah bike.

McConnell got, “rêkeftina me dê jibo cara yêkê di çend salan de piştrast bike ku hêzên me yên çekdar gelek ji wan jêderan hebin ku ji parastina Amerîka re pêvîst in.”

XS
SM
MD
LG