Hilcivîna Guherîna Îqlimê ya COP28 li Dubaîyê bi beşdarîya rêberên cîhanê destpê kir.
Axaftina pêşî ya hilcivînê Qralê Brîtanya Charles kir û bal kişand ser metirsîyan.
Qral Charles dîyar kir ku cîhan ser guherîna îqlim (klîma) bi awayekî xeter ji rê derketiye û got ku ger tamîrkirin nebin ewê jibo aborîya cîhanê metirsîyên mezin çêbin.
Wî bang li rêberên cîhanê kir ku dijî bilindbûna rîskan tevbigerin û got ku ew dixwaze ku COP28 rê li ber guherînan veke.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ser teksta lihevkirina ya jibo hilcivîna COP28, ku dê 12’ê Berfanbarê bi dawî bibe, bernivîsa pêşî weşand.
Di bernivîsê de ser encama sîyasî bingeh hatiye danîn û jibo siberoja şewitên fosîl alternatîfan pêşkeş dike.
Ji alternatîfan yek qonax bi qonax rakirina şewitên fosîl yan bi temamî rakirina wê ye ku li gor vê enerjîya komirê dê were beradan û kapasîteya enerjîya tê nû kirin dê heta 2030’î sê qatan were zêde kirin.
Îsraîl jiber şertên şandeya xwe ya beşdarî li hilcivînê kir biçûk kir.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Wezareta Derve ya di serî de plan dikir ku şandeyeke 1000 kesî bişîne Dubaîyê lê wê jiber pevçûnên bi 28 kesan beşdarîyê li hilcivînê dike.
Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog ku jibo merasîman li hilcivînê ye ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Xwest ku jibo dîlên di destê Hamasê de alîkarîyê bike.
Herzog ji Serokê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed bîn Zayîd el Nahyan xwest ku jibo berdana dîlên di destê Hamasê de giranîya xwe nîşan bide.
Her çiqas Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hêzeke herêmê ye jî Qatar û Misir jibo berdana dîlan navbeynkarîyê dikin.
Jêder: Reuters, VOA