Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyarî Dide ku COVID Wê Mayînde Be


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) do Duşemê hişyarî da ku COVID-19 dê di pêşerojê de li vir be û her kes dê fêr bibe ku bi wê re bijî. Serokê WHO di vekirina civîna desteya rêveber ya ajansê ya hefteyî de ew hişyarî da.

Du sal berê, WHO COVID-19 wekî pirsgirêkeke lezgîn ya saxlemîya gelemperî ya navneteweyî ragihand. Wê demê bi tenê ji 100 kêmtir pêketin hebûn û ti mirin li derveyî Çînê nehatibû ragihandin. Ew hejmar niha nêzî 350 mîlyon pêketin û zêdetirî 5.5 mîlyon mirin in.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus got ku dijwar e ku meriv zanibe kengê dê pandemî biqede. Lê belê, dema ku vîrîusa koronayê belav dibe, wî got ku ew ê bi awayên nediyar û bi xeterîyê berdewam dike.

Wî da zanîn "Metirsîdar e ku meriv bêje ku omicron dê cureya paşîn be, an jî em di dawiya pandemîye de ne. Berevajî vê, li seranserê cîhanê şert û mercên didin xuya kirin ku bêtir cureyen nû derkevin holê”

Tedros got ku divê her welat fêrî birêvebirina vê nexweşiya kujer bibe û bo bi zanîstîyê ji pandemiyên pêşerojê re amade bin.

Wî dîyar kir ku qonaxa tûj ya pandemiyê îsal dikare biqede heke her welat hemî stratejî û amûrên berdest bikar bînin da ku li dijî COVID-19 şer bikin. Ew her wiha dibêje divê hemî welatên cîhanê çi dewlemend, çi jî hejar bin, bi wekhevî bigehêjin vaksîn, dermankirin, û amûrên din yên saxlemîyê ku ji bandora kujer ya Covid-19 xelas bibin.

XS
SM
MD
LG