Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Benda Vaksîna Yekê ya COVID-19 E


Amerîka amedehîya xwe bo yekem vaksîna Covid-19ê dike di demekê de ku hijmara pêketî û mirinên ji vîrusa korona bilind dibe. Roja Sêşemê karbidestên sexlemîyê yên herî bilind yên Amerîkî plana vaksîn kirina li diji vîrûsa korona ragihandin û gotin ku di nav meha 12anê de wê despê bikaranîna vaksînê bikin.

Moncef Slaoui, şewirmendê sexlemîyê bo înîsîyatîfa Warp Speed Operation yê Serok Donuld Trump got heta dawîya di sala 2020anê wê 20 mîlyon kes vaksîna li diji vîrûsa koronayê wergirin û heta di nîvîya sala 2021anê piranîya hemwelatîyên Amerîkî we bikarin vaksînê wergirin.

Karbidestên eyalatên Amerîkî dibejin ji ber betlanêya Thanksgiving anku Roja Spasdarîyê pêketîyên vîrûsa korona bilind bûye. Her wiha karbidestên sexlemî yên Amerîkî bang li hemwelatîyan dikin ku ji ber ditina vaksînê tedbîrên li diji vîrûsê paşgûh nekin û bi derdewamî xwe biparezin.

Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) peşnîyar kir ku dema karantînaya vîrûsa koronayê ji 14 rojan bikin 10 rojan û ger testa corona negatîf be, mirov dikare bi tenê 7 rojan xwe di karantinayê de bihele.

Moncef Slaouî got çavlereye ku teqrîben 60 an ji 70 mîlyon vaksîna korona bi destpêka mehê Yekê ya 2021an her meh wê amede be piştî ku vaksîna Pfizer Inc û Moderna Inc were pejirandin.

Hejayî gotinê ku nezîkî 21 mîlyon karbidestên sexlemîyê û her wiha 3 mîlyon kesên ku di avahîyên xizmetan de dijin, wê pêşîn vaksînê wergirin.

XS
SM
MD
LG