Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bo Rêwîyên Navnetewî Bergirîyên Bihêztir Datîne


Serok Joe Biden roja Pênçşemê bergirîyên bihêztir danî bo testa vîrûsa koronaya rêwîyên navnetewî ku tên Amerîkayê. Biden her wiha planeke nû ya berfireh eşkere kir bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê di mehên peş de.

Li gor bergiriyên nû, divê rêwîyên navnetewî testa Covid-19 ya negatîf rojekê berê jibo rêwitîyê amade bikin. Berê testa negatîf 3 roj berê jibo rêwitîye dihat qebûl kirin. Ew qeydeya nû hem ji bo hemwelatiyên Amerîkî û hem ji bo hemwelatiyên welatên din e.

Biden her wiha bikaranîna maskan li balafirgeh û veguhastinên civakî heta 18ê Adarê dirêjtir kir.

XS
SM
MD
LG